Efrîn.. Grûpên çekdar bi keviran kalemêrekî 70 salî kuştin

Li Efrînê, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve kalemêrekî 70 salî eşkence kir û bi keviran kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê li ser rûpela xwe tûra civakî belav kir, çekdaran berî çend rojan kalemêrê bi navê Hemdî Ebdo yê 70 salî û hevjîna wî Sultanê Nasiro Xelîl ya 60 salî yên ji gundê Beradê ya navçeya Şêrewa revandibûn û piştre Sultanê kuştibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, duh xelkê gundê Beradê termê Hemdî Ebdo 200 M li başûrê gund dîtin ku destek û lingekî wî hatibûn birîn û bi keviran hatibû kuştin.

Da zanîn jî, grûpa çekdar a li navçeya Şêrewa bi navê El-Hemzat e û serkirdeyê wê Ebû Elî Heyanî ye û ew berpirsê tawanên ku li navçeya Şêrewa û çiyayê Lêlûn dibin e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê yekê jî kir, dema Hemdî Ebdo Sultanê Nasiro Xelîl ji malê hatibûn revandin, çekfaran 7 milyon Leyreya Sûrî, yek kilo zêr û 10 çêlekan jî dizî bûn.

Ev ne cara yekem e grûpên çekdar welatiyên Efrînê di eşkenceyê de dikujin, berî demekê endamê Encûmena Sivîl a Şiyê Ehmed Şêxo û pêr jî welatiyekî nexweş bi navê Hisên Şêxo yê ji gundê Mosako ya Raco di bin eşkenceyê de kuştibûn.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di roja 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî bi sedan welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve têne revandin û rastî eşkenceyan tên. Ev ji bilî dizî û talankirina malên Kurdan û şewitandina dar û daristanên Efrînê.    

 

Hemdî Ebdo û hejîna wî Sultanê Nasiro Xelîl

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin