EFRÎN/ Grûpên çekdar 3 endamên Partiya Pêşverû binçav kir

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 endamên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) binçav kir.

Polîtburoya Pêşverû di daxuyaniyekê de ragihand, ji 3ê vê mehê ve grûpeke çekdar li Efrînê 3 endamên wê partiyê yên bi navên Hişmend Menan Şêxo, Ebdilhemîd Ehmed Silêman û Necîb Mihemed Ebdo bê ku çi bihaneyek hebe, binçav kirin.

Polîtburoya Pêşverû di daxuyaniyê xwe de daxwaza azadkirina endamên xwe kir. Hevdem daxwaz ji dewleta Tirkiyê kir ku li gor yasa û belageyên navdewletî bi erkên xwe wek dewleteke dagîrker rabe û jiyana welatiyan biparêze.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî bi hezaran welatiyên sivîl tên girtin û eşkencedan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin