Efrîn.. Goreke bikomî li nava bajêr hat dîtin

.

Goreke bikomî li nava bajarê Efrînê hat dîtin. Li gor zanyariyan, heta niha dora 40 cenaze ji gorê hatine derxistin û nayê zanîn ew cenaze yên kê ne.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, hêzên ewlehiyê yên li Efrînê û hêzên Tirkiyê do goreke bikomî li tenişta avahiya Encûmena Xwecihî ya Efrînê (Zanîngeha Efrînê ya berê) dîtin.

Li gor zanyariyan, karên kolan û lêgerîna li cenazeyan, heta îro berdewam e û heta niha dora 40 cenaze ji wê gorê hatine derxistin û lêgerîna li cenazeyan hîn berdewam e.

Çavkaniyên xwecîhî destnîşan kirine, ew cenaze bi kîsên spî hatine pêçandin û veşartin û nayê zanîn ew cenaze ên kê ne û çawa hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di derbarê wê gorê de diyar kir, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, roja 20ê Çileya 2018an êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, roja 18ê Adara 2018an ketin Efrînê dagîr kirin.

Di encama êrîşê de û li gor amarên hatine ragihandin zêdetir ji 300 kesên sivîl di encama êrîşê de hatin kuştin û zêdetir ji 700 sivîl jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye