Efrîn/ Di navbera çekdaran û koçberên Ereb de şer derket

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera çekdarên opozisyona Sûriyê û koçberên bicihbûyî li vî bajarî de derket.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ragihand, ku şer û pevçûn di navbera çekdarên opozisyonê yên hêza bi navê Ehrar Elşerqiye û hejmarek ji koçberên Ereb de derket, ku pêştir ji Xûteya Rojhilat a girêdayê gundewarê Şamê ve bo nav bajarê Efrînê hatibûn veguhastin.

 

Heman çavkaniyê bal kişand ser vê yekê jî ku hêzên çekdar ên opozisyonê gelek binpêkirinan li dijî koçberên Xûteyê jî dikin, ku li Efrînê hatine bicihkirin.

 

Derbarê sedemên şerê navbera her du aliyan de heta niha ti zanyarî nehatine bidestxist.

 

Bi gotina çavkaniyê navbirî, ji ber şer û pevçûnên di navbera çekdaran de li Efrînê, çekdarên opozsiyonê bûne sedema kuştina gelek welatiyên sivîl û  koçberên Xûteyê ku li wê herêmê hatine bicihkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin