Efrîn | Ciwanekî Kurd ji ber Ala Kurdistanê hat îşkencekirin

.

 Ciwanekî Kurd yê bi navê Hesen Hesen Şêr ji gundê Kefer Sefrê, ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, bi sedema dîmenê Ala Kurdistanê di mobîla wî de dîtin, bi tundî hat îşkencekirin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê diyar kir, roja 8ê Sibatê, çekdarên Lîwaya Semerqend 5 welatiyên Kurd ji gundê Kefer Sefrê girtine.

Heman Rêxistinê da zanîn, piştî çekdarên koma navborî 3800 lîreyên Tirkî ji her girtiyekî wekî fidye standine, ew azad kirine.

Lê ji ber ku çekdaran wêneyê Ala Kurdistanê di mobîla ciwanê Kurd, Hesen Hesen Şêr de dîtibûn, ew bi tundî îşkence kirine.

Herwiha Rêxistinê destnîşan kiriye, berê jî dema çekdarên Semerqend xwestibûn darzeytûnên bapîrê welatî Hesen Şêr bibirin, ew di rûyê çekdaran de derketibû.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye