Efrîn – Çekdarên ser bi Tirkiyê dest danîn ser 60 zeviyên zeytûnan

.

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve dest datînin ser 60 zeviyên zeytûnên koçberên Efrînê û 400 darên zeytûnan jî qut kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar a bi navê Sultan Murad di çend rojên borî de dest danîn ser 60 zeviyên zeytûnan ên gundê Meydankê li navçeya Şera.

Rewangehê diyar kir, zeviyên zeytûnan yên çekdaran dest danîne ser wan, xwediyên wan di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê de bi neçarî koçber bûne.

Rewangehê belav kir jî, gruba çekdar a Siqor El-Şamê 400 darên zeytûnan li gundê Qizlbaşa yê li navçeya Bilbilê qut kirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ve di Adara 2018an de û li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpên çekdaran zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin