Efrîn – Çekdarên ser bi Tirkiyê 7 hemwelatiyên kurd revandin

.

 Zincîreya revandina welatiyan, destdanîna ser mal û milkên Kurdên Efrînê ji aliyê grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ji zêdetir ji 3 salan ve berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên gruba Feyleq El-Şam roja 29ê Gulanê 7 welatî ji gundê Basûtê revandin, bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû û ji bo fidyê ji wan bistîne

Kesên hatine revandin navên wan wiha ne: Hesen Zekî Hemşo, Necîb Misto Xelîl, Ehmed Ebdulrehman, Kawa Beta Xidir, Peyman Mihemed Tahabaş, Xalid Ehmed Receb û Elî Xelîl Xalid.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporteke din de belav kiriye, roja 30î Gulanê, çekdarên Feyleq El-Şamê li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa 4 malbat ji malên wan derkirin û dest danîn ser xaniyên wan.

Herwiha gruba Weqas jî li gundên Hêkiçê, Merwaniya Jêrin, Marwaniya Jorin, Senarê û Anqelê yên navçeya Cindirêsê bac danîne ser berhemên çandiniyê ku her cotkarek bixwaze berhemên xwe bibe li bazarê bifiroşe divê bacê bide çekdaran.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, her welatiyekî Kurd li Efrînê ji aliyê grubên çekdaran ve tê revandin, tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe, di demekê de ku ti kesekî Ereb yan Tirkmen bi tometa ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê girtin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye