Efrîn/ Çekdarên opozisyonê jineke Kurd girtin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpeke opozisyona Sûriyê, jineke Kurd girtin.

Li gor çavkaniyên xwecihî li herêma Efrînê, roja 1ê mijdarê çekdarên opozisyona Sûriyê welatiya bi navê Nazliye Şêx Yaqûb girtin.

 

Nazliye Şêx Yaqûb 48 salî û xelkê gundê Babelîtê yê ser bi Efrînê ve ye.

 

Li aliyekî din, çekdarên opozisyonê, welatiyê bi navê Heval Osman, ku xelkê gundê Basûtê ye, azad kirin.

 

Heval Osman ku berê destê xwe di xizmeta leşkerî de ji dest dabû, ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû girtin, lê piştî rojekê ji girtinê, ew hat berdan.

 

Ji dema kontrolkirina Efrînê ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rojane welatiyên herêma Efrînê bi tohmet û hincetên cuda bi destê grûpên çekdar tên girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin