Efrîn/ Çekdaran welatiyekî sivîl bi tundî îşkence kir

Çekdarên opozisyona Sûriyê li gundê Memala yê ser bi devera Raco ya Efrînê ve, welatiyekî sivîl girtin û bi tundî îşkence kirin.

Hate ragihandin, ku çekdarên hêza bi navê Ehrar el Şerqiye, welatiyê bi navê Luqman Îsmaîl ji gundê Memala yê ser bi Recoyê ve girtine.

 

Hat diyarkirin ku wan çekdaran ji roja 31ê Cotmehê ve Luqman Îsmaîl revandine.

 

Dan zanîn, ku roja Duşemê 5ê Mijdarê çekdaran welatiyê navborî anîne nav gund û daxwaza derxistin û radestkirina çekan lê kirine.

 

Herwiha çekdaran destê welatiyê navborî bend kiribûn û asewarên îşkencedana tund li ser laşê wî diyar bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin