Efrîn/ Çekdaran pîremêrekî 80 salî kuşt!

Li navçeya Mabeta ya Efrînê kurê çekdarekî Cebhe El-Şamiyê pîremêrekî Kurd ê 80 salî gulebaran dike û dikuje.

Li gor nûçeya K24ê ya ji çavkaniyek li Efrînê ve veguhestiye, duh 10ê Sibatê li navçeya Mabeta dema kalemêrê 80 salî Elî Qelender mihên xwe li nava zeviyê xwe diçêrand, Kurê çekdarekî ji grûpa Cebhe El-Şamiyê guleyek avête Elî Qelender û ew bi giranî birîndar kir.

Wî jêderî da zanîn, gule li piştî wî kalemêrê 80 salî ket û ji ber giraniya birînên wî, nexweşxaneyên Efrînê nekarîn rewşa wî çareser bikin, loma ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin. Îro jî canê xwe jidest da.

Piraniya niştecihên navçeya Mabeta ji Kurdên Elewî ne, loma xelkê wê carekê ji ber Kurdbûna xwe û careke din ji ber Elewîbûna xwe rastî tawanên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tên.

Berî çend rojan jî mîlîşyayên çekdar bi armanca gerîna li şûnwaran mezargeheke Kurdên Elewî yên Efrînê li navçeya Mabeta û gorên li derdora wê şikandin û vedan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin