EFRÎN/ Bilbil, Şera û Şiyê têne topbarankirin, malên welatiyan kirin armanc!

Îro di roja 26emîn ya êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de, Artêşa Tirkyê navçeyên Bilbil, Şera û Şiyê yên Efrînê bi çekên giran topbaran dike, top jî malên welatiyên sivîl dikevin.

Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê ragehand, ji şeva bûrî ve artêşa Tirkyê û grûpên bi ser wê ve, îro gundên Baflûn, Dêr Siwan û Ereb Wêranê yên navçeya Şera topbaran dike.

Herwiha da zanîn, gundên navçeyên Bilbil û Şiyê bi çekên giran tên topbarankirin, ku di wan topbaran de malên welatiyan bûne armanc.

Got jî, gundê Eyn Hicerê yê 10 K.m li bakurê Efrînê jî rastî topbaranê hatiye.

Duh jî, artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de, kesek şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin