Efrîn | Balafirên Rûsî baregehên komên çekdar bombebaran kirin

.

 Balafirên Rûsî li Efrînê, baregehên komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, li gundekî bombebaran kirin.

Çalakvanên Efrînê girtevîdyoyên bombebarankirinê li ser “Facebook” belav kirin û diyar kirin, balafirên Rûsî baregehên koma Feyleq El-Şam li gundê Îska yê ser bi navçeya Şêrewa ve bombebaran kirin.

Ev yek piştî wê tê, do hejmarek ji moşekan li malên sivîlan ên li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de 5 kes birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hebûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve di Adara 2018an de, ev cara yekem e, balafirên Rûsî êrîşên esmanî li dijî armancên li Efrînê pêk tîne.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn