Efrîn | 2 welatiyên Kurd hatin revandin

.

 Koma Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê, 2 welatiyên Kurd ji gundê Neydan Ekbesê yê li herêma Efrînê revand.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê diyar kir, çekdarên Feyleq el-Şam girtine ser malên welatiyên Kurd li gundê Meydan Ekbesê.

Çekdarên koma ku baskê leşkerî yê Ixwan Mislimîn e, bi fermandariya Selîl El-Xaldî û Raid Hîşam, her du welatiyên bi navê Şewqî Mistefa, 65 salî, û Horo Ehmed, 37 salî, revandine.

Herwiha çekdarên heman komê, girtin ser çend malên din jî û telefonên destî yên 3 welatiyan desteser kirine.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye