EFRÎN/ 2 welatiyên din jî hatin revandin!

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Sûriyê ve bi revandin û eşkencekirina welatiyên Kurd ên Efrînê de berdewam in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, berî çend rojan xortê bi navê Ebdilrehman Mihemed Tobal ku ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin û ji ber ku bi awayekî hovane hatibû eşkencekirin, bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hat veguhastin.

Rêxistinê da zanîn jî, rewşa tenduristî ya Ebdilrehman Mihemed Tobal ne baş e û rê nayê dayîn ku malbata wî serdana wî bikin.

Li gor jêderên ji Efrînê jî, duhî li bajarê Efrînê grûpeke çekdar welatiyê bi navê Rustem Eslan Mamo ji mala wî revandin û dest danîn ser otombîl û komeke perên wî û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin