Efrîn | 1500 darên zeytûnê birîn û mala xwediyê daran jî kirin baregeha leşkerî

.

Binpêkirin û kiryarên li dijî xelkê resen ê Efrînê bi destê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bê navber berdewam dikin.

Hat ragihandin ku herî dawî koma çekdar a bi navê Hemzat li bajarokê Mabata yê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 1500 darên zeytûnê yên welatiyên Kurd birîn.

Li gorî zanyariyan ew darên zeytûnê ku ji aliyê çekdarên koma Hemzat ve hatine birîn, ên Hevserokê Desteya Berevaniyê di Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê de Behcet Berekat bûne.

Herwiha wê koma çekdar dest daniye ser mala wî welatiyê Kurd a li gundê Kokaniyê û kiriye baregeheke leşkerî ji bo xwe.

Hat zanîn  ku Behcet Berekat berîya êrîşa Tirkiyê û komên çekdar a 20ê Çileya 2018an bi ser Efrînê de, di Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê de Hevserokê Desteya Berevaniyê bû.

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike