Êdî Pêşmerge jî di artêşa Iraqê de dê cîh bigire

Bi fermana Adil Ebdulmehdî

Bi fermana serokwezîrê Iraqê û fermandeyê giştî yê hêzê çekdar yên wî welatî, Adil Ebdulmehdî êdî ji vir şûn de Wezareta Pêşmerge jî dê beşdarî Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ya artêşa Iraqê de cîh bigire.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ku fermandeyê giştî yê hêzên çekdar yên Iraqê ye jî, fermanek derxist. Li gorî wê fermanê, êdî Wezareta Pêşmerge jî di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ya artêşa Iraqê de beşdar dibe.

Li gorî agahiyan, Fermandehiya Operasyonên Hevbeş dê yekser fermanê ji Adil Ebdulmehdî bistîne û cîgirê sererkanê artêşa Iraqê, Ebdulemîr Yarellah jî cîgirê Adil Ebdulmehdî ye.

Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ji nûnerên Wezareta Berevaniya Iraqê, Wezareta Navxwe ya Iraqê, dezgehên dijîteror, asayiş, îstixbarat, hêzên bejaî û hewayî û Wezareta Pêşmerge û Heşda Şeibî pêk tê.

BASNEWS

Siyaset Haberleri

IHR: Li Îranê îsal 511 kes hatine îdamkirin
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li ser zimanê Kurdî biryareke nû da
Îbrahîm Olabî: Mafên Kurdan hatine garantîkirin
Mezlûm Ebdî bû şêwirmendê Ehmed Şer
Tirkiye: Deriyê Qamişlo-Nisêbînê li aliyê me ji bo vekirinê amade ye