Êdî ne dûre alaya Kurdistanê di nav alayên NY de pêl bide

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, bi daxuyanîyekê helwesta nîjadperestên tirk û nemaze helwesta xiltê kor Emîn Çölaşanî şermezar û ruswa kir.

Nîjadperestê Tirk Emîn Çölaşan, bi minasebeta serlêdana Serokê Kurdistana Federal  birêz Mesûd Berzanî ya Tirkîyeyê, nivîsek ji exlaq, sîyaset, rojnamegirî û mirovahîyê bêpar belav kir û di vê nivîsa xwe de bêrêzî û heqaretek mezin li serokê Kurdistanê û Alaya Rengîn kir.

Wek tê zanîn di serlêdana birêz Mesûd Berzanî de, dewleta Tirk li balafirgeha Stenbol û Enqerayê, alaya Kurdistanê li dar xistibû. Gelek tirkên nîjadperest li dijî vê helwesta dewletê rawestîyan û bi hovîtiyek nîjadperest gelek neheqî li Serokê Kurdistanê û alaya rengîn ya Kurdistanê kirin. Yek ji wan nemirov, kevneperest û nîjadperestan jî Emîn Çölaşan bû.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, helwesta nîjadperestên tirk û nemaze helwesta xiltê kor Emîn Çölaşanî şermezar û ruswa dike.

Divê hemû dewletên kolonyalîst û nîjadperestên wan bizanibin, ku êdî tu hêz û quwet dê nikaribe li Başûrê Kurdistanê pêvajoya serxwebûnê rawestîne. Helwesta serxwebûna Kurdistanê, sererastkirina çewtîya dîrokê ye û gelen Kurdistanê dê vê neheqîya dîrokî sererast bike.

Neteweya Kurd, bi hemû pêkhatîyên Kurdistanê, dê dewleta xwe ya serbixwe ava bikin û dê miradên nîjadperest û kevneperstên tirk, ecem û ereban di qirka wan de bimîne.

Êdî ne dûre ku alaya Kurdistanê, Alaya Rengîn jî di nav alayên dewletên serbixwe de pêl bide; êdî ne dûre ku kursîya nûnerê Kurdistana serbixwe li Neteweyên Yekgirtî de, cîhê xwe yê bi rûmet bigre.
Hewildanên nîjadperestên dagîrkeran, nîşana tirs û xofa wan bi xwe ye. Helwest û misogeriya ji bo serxwebûna Kurdistanê,  nîjadperest û dagîrkeran har û hov dikin û wan bêtir dixîne nav tevger, plan, fen û fûtên qirêjî. Kuştin, komkujî, talan û hemû awayên tundrewî dê nekaribe pêvajoya serxwebûna Kurdistanê rawestîne. Helwesta nîjadperestên dagîrkeran beyhûde ye, lewra, Serxwebûna Kurdistanê ne dûr e!

Li hemberî hemû helwest û planên nîjadperest û dagirkerên Kurdistanê û ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk em refên yekitîya neteweyî û aştîya navxweyî xurt bikin!

Tiştek ji serxwebûn û azadîyê bi rûmettir tuneye!

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin