Edhem Barzanî: Kurdistan wargeha min a pîroz e, mirin jî me ji hev dûr nake

.

 Şêx Edhem Barzanî ku bi mebesta sefer û çareseriyê, li derveyî Kurdistanê ye, li ser peyama xwe ya li ser operasyon û dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyê ya Kurdistanê û vegera xwe daxuyanî da.

Edhem Barzanî gotiye, ew di demeke kurt de dê vegere Kurdistanê û ti guhertin di boçûn û helwesta wî de çênebûye û ti caran ji helwesta xwe ya niştimanperwer jî paş de gav navêje.

Şêx Edhem Barzanî 29ê Gulana borî, Herêma Kurdistanê bicî hişt û piştî belavkirina peyamekê derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, hatibû îdîakirin ku Edhem Barzanî Kurdistan bi temamî bicî hiştiye û venagere.

Edhem Barzanî ew îdia red kirin û got, di ragihandina Kurdistan û derve de jî gelek tişt li ser sefera wî hatine gotin  ji ber helwesta wî ya li hember “dagirkirina xaka Kurdistana welatê me” û tekez kir, “Ez we piştrast dikim ku Kurdistan wargeha pîroz a min e û heta mirin jî min û welat ji hev dûr nagire.”

Edhem Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Tişta min behs kir û helwest û boçûna min guhertin bi ser de nehatiye û dakokî li wê dikim ku li gor min pirsa parêzgariya li niştiman û helwesta li dijî dagirkeriyê, biryarên daîmî ne û ez dê her tim li ser wê helwestê bimînim û ti caran ji wê helwesta niştimanperwer paş de gav naavêjim.”

Edhem Barzanî li ser êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê peyamek belav kiribû û destnîşan kiribû;  “Başûrê Kurdistanê ketiye ber dagirkeriya leşkerî û jenosîda jîngehê û dema wê hatiye em hemû bi hev re û bê dudilî zengila metirsiyê lê bidin.”

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir