'Ebubekir Bexdadî daxwaza rawestandina şer ji Pêşmerge kir'

Xelîfeyê rêxistina tund a DAIŞê bi rêya serokên eşîretên ereb ve daxwaza rawestandina şer ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Xelîfeyê rêxistina tund a DAIŞê bi rêya serokên eşîretên ereb ve daxwaza rawestandina şer ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Hejmarek çapemeniya Iraqê de belav bûye ku xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî daxwaz li çend serok eşîretên ereb ên sînorê parêzgeha Nînowa kiriye, ku pêşneyara wî bigehînin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Ebubekir Bexdadî di pêşneyara xwe de gotiye, eger Pêşmerge şer li dijî DAIŞê rawestîne, wê demê çekdarên DAIŞê li Mûsilê bi çek û pareyê xwe ve, wê xwe vekişînin û berê xwe bidin Sûriyê.

Operasyona hêzên Pêşmerge şikestekî mezin bi rêxistina tund a DAIŞê daye jiyan kirin û hêza DAIŞê ya şer têkbiriye. Herwaha gotegotên ku belav bûne de dibêjin rêveberên DAIŞê mal û zarokên xwe veguheztine Sûriyê.

Îro 20.10.2016ê serê sibê fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpêkirina operasyona Pêşmerge ragehand, ku serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê çekdarên Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya operasyonê dike.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin