Ebû Leyla bi merasimeka girseyî li Kobanî hat binaxkirin

Ebû Leyla bi merasimeka girseyî li Kobanî hat binaxkirin

Cenazeyê Fermnadarê HSDê, Faysal Abdi Bilal Sadun (Ebû Leyla) bi merasîmeke leşkerî  li goristana şehîdan a bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat bin axkirin.

Ebû Leyla (Babê Leyla) roja 2ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Mibicê ji detsê DAIŞê de bi giranî birîndar bibû û bo dermankirinê bi rêya helîkoptereke amerîkî ve bo Başûrê Kurdistanê hatibû veguhastin û 5ê Hezîran a 2016an li nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê şehîd bibû.

Piştî şehîdbûna Ebû Leyla, cenzaeyê wî bo veşartinê bo Rojavayê Kurdistanê hat birêkirin û di 6ê Hezîranê de li Goristana Şehîdan a Kobanî bi beşdarbûneke girseyî bi axê hat spartin. Hevseorkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî beşdar bû.

Ebû Leyla li Kobanî û dema ku zêdetirî 4 mehan Kobanî di bin dorpêçe û êrişa tund a çekdarên DAIŞê de bû, li dijî wê rêxistina tundrew şer kiribû.

Ebû Leyla sala 1984an li gundê Qererişk a girêdayî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, 8 salan li bajarê Minbicê jiyabû û xebitîbû. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin