Ebadî: Min û Barzanî li hev kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku li Zîrweya Aborî ya Davosê di civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de herdu alî gihîştine rêkeftinê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya ligel rojnameyeke Misrê de ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê got,

"Di despêkê de divê bibêjm, beşekê kêşeyên kurd dîrokî ye. Kêşeya kurd piştî yekbûna Iraqê kêşeya sereke ya hikûmetê bû. Niha kêşeyên petrol û mûçeyên karmendan heye û em li ser dixebitin ku van kêşeyan çareser bikin."

Ebadî di axaftina xwe parast ku ew rexneyê li nebûna şefafiyetê digirin û ji ber ku karûbarên Herêma Kurdistanê bi şêweyekî hizbî tên birêvebirin, ew wan red dikin.

Serokwezîrê Iraqê derbarê civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Davosê de got, me di wê civînê de li ser nexşerêyekê li hev kir û hêvî dikim wê bi awayekî rêkûpêk were bicihkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin