Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya heftane de ragihand: "Ew dê hemû mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanî bişînin.”

Ebadî da xuyakirin, "Tevî ku amarên derbarê hejmara temam ya fermanberên Herêma Kurdistanê de li cem me nînîn jî Hikûmeta Iraqê gelekî cidî ye li ser çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û em ê mûçeyên tevahiya fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin."

Li ser danûstandinên bi Herêma Kurdistanê re jî Ebadî da zanîn, Hikûmeta Iraqê hewil dide ku hemû kêşe û aloziyên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin