DYA hîn ambargoyên nuh dibe ser Îranê

Serokê DYA Donald Trump biryararnameya ambaroya li ser Îranê sexttir dike îmze kir. Li gor biryarnameyê ambargo sektora hesin, pola, sifir û alemînyûm dide ber xwe.

Koşka Sipî biryarnameya serokatiyê ya ku Serokê DYA Donald Trump îmze kiriye bi nivîskî ragihand. Li gor biyarnameya serokatiyê, rêvebiriya DYA li hember Îranê di warê sektora hesin, pola, alemînyûm û sifir de ambargoyên nuh wê bîne.

Ev biryarnameya nuh teqabûlî yek saliya DYA ku ji peymana nukleerî ku bi Îranê re îmzekiribû vekişiyaye dike. Trump dibêje: ”Îro Îran derveyî petrolê çavkaniya herî mezin ku malê difroşe derve, sektora hesin, pola, alemînyûm û sifir e. Îro biryarnameya serokatiyê ya di vê derbarê de ambaro tîne ser Îranê îmze dikim”.

Trump di berdewamiya beyana xwe de got: ”Di encama biryarên ku me girtine, êdî rejîma Îranê di peydakirina çavkaniyên ku piştgiriya terorê bike dijwarî dibîne, aborîya wê ketiyê krîzek giran e, hatiniyên dewletê kêm dibin, enflasyon nayê kontrolkirin”.

Wek tê zanîn Rêveberiya Trump di 8ê gulana 2018an de bi daxuyanîyekê xwe ji peymana Nukleerî ku bi Îranê re hatibû kirin xwe vekişandibû. Piştî wê DYA li hember Îranê abargo danî li ser îxraceta wê ya petrolê. Mehek berê jî DYA Muhafizên Şoreşa Îranê wek grûbek terorîst diyar kir.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir