DYA: Em digel gelê Îranê ne

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku em xwepêşandanên li Îranê ji nêz ve dişopînin û girtina kesên li çalekiyan jî şermezar dikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ji bo xwepêşandanên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Heather Nauert di daxuyaniya xwe de ragihand ku em xwepêşandanên aştiyanê yên ku li herêmên cuda yên Îranê diqewimin bi baldarî dişopînin û got: "Serokên Îran,ê welatê xwe ku ji hêla dîrokî ve dewlemend û xwediyê çandeke qedîm bû bi qaos û xwînê ziwa kirin. Wek ku Serok Trump jî dibêje ‘ji serokên Îranê herî zêde dîsa xelkê îranî zirarê dibîne'. Amerîka girtina xwepêşandêran bi tundî şermezar dike. Em bangî hemû welatên cihanê dikin ku ji bo bidestxistina maf û rêlibergirtina gendeliyan piştgiriya xelkê Îranê bike."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin