DYA bo civîna li ser Îranê bangî NYê dike

Nûnera herdemî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê Nikki Haley diyarkir ku, girêdayî xwepêşandanên Îranê dê Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî bangî civînê dike.

Di konferansa rojnamevanî li navenda Neteweyên Yekgirtî de, Haley destnîşankir: “Gelên Îranê li hember tadeyên rejîma Îranê derketina kolanan û Amerika piştgiriya helwêsta wan dike”.

Haley got ku, xwepêşandan ne bi destê hêzên derveyî, lê xelkê Îranê mêrxasane hest û helwêsta xwe nîşan dike û Amerika piştgiriya van helwêstan dike.

Heman demê Haley anî ziman ku, Komara Islamî xwedî dîrokek xwîndar e, ku gelê xwe bi xwe kiriye qurbanî û liser xwepêşandanên Îranê dê bangek bilez ji bo civîna Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekgirtî bînin rojevê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin