Duhok û bajarekî Amerîka bûn destexûşkên hev

.

Bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê û bajarekî Amerîka bûn destexûşkên hev.

Duh bi merasîmeke online, bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê û bajarê Gainesville li eyaleta Florida ya Amerîkayê, bûn destexûşkên hev.

Bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Elî Teter û Serokê Şaredariya Gainesville Lauren Poe, merasîmek birêve çû û peymana destexûşkatiyê di navbera her du bajaran de hat îmzekirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê wê peymanê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Destexûşkatiya Duhokê û Gainesville ji bo wê yekê ye ku alîkarî û hemahengî di warên aborî, geştyarî, akademîk, kulturî, çandinî, pîşesazî û çendîn warên din de di navbera her du bajaran de werin bihêzkirin.”

Elî Teter diyar kir: “Zanîngeha Floridayê zanîngeheke bi nav û deng a Amerîkayê ye û em kêfxweş in ku zanîngehên Duhokê bikarin hemahengiya zanistî ligel wê zanîngehê pêk bînin û bi vî awayî bêhtir sûdê ji peymanê werbigrin.”

Bajarê Gainesville li eyaleta Floridayê ye û Zanîngeha Floridayê jî bi qada xwe ya 8,2 kîlometre çargoşe, him ji aliyê hejmara xwendekaran û him jî ji aliyê mezinbûnê ve, yek ji mezintirîn zanîngehên Amerîkayê ye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye