Duhok- Konferansa navdewletî ya komkujiya êzdiyan tê encamdan  

.

Koneferanseke navdewletî ya komkujiya êzdiyan li parêzgeha Duhokê bi beşdariya dewleta Tirkiye Elmanya û Mexrîb û Cezayîr û Tunis û Lîbya û Iraqê wê were encam dan. Di konferansê de wê 28 vekolînên zanistî li ser komkujiyên werin pêşkêşkirin.

Rêveberê Navenda Vekolînên Komkujiyê Dr. Salim Casim ji BasNewsê re axivî û got 26.01.2021ê berhevên konfransê navdewletî ya komkujiyê li jêr dirûşma komkujiyê û serboriyên miletan, palder û rêyên binbirkirina komkujiyê dest pê kir. Ev konferans sibehê roja 27/1/2021an li Zankoya Duhokê wê dest pê bike. Ew dewletên beşdar dê bi rêya onlayn vekolînên xwe li ser komkujiyên pêşkêş bikin û vekolerên kurd û Iraqî dê beşdarbibin bi rêya semînaran dê vekolînên xwe pêşkêş bikin. Bi demê dû rojan dê konferans berdewam be di roja dûmahiyê de rasparde werin komkirin.

Herwiha Dr. Salim Casim aşkere jî kir 28 vekoler ji Herêma Kurdistanê û Iraqê û Lîbya û Tirkiyê û Tûnis û Cezayîr û Elmanya Mexreb dê beşdar bibin bi rêya 8 penela dê konferans bihête birêveburin. Di konferansê de çend vekolînên li ser komkujiya miletê kurd were pêşkêşkirin ku Navenda Vekolînên Komkujiya Zanîngeha Duhokê digel Navenda Zankoya Beşîkçî ya Duhokê bi encamdana konferansê rabûne.


 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan