Duhok; Di topbarana Tirkiyê de 2 Pêşmerge birîndar bûn

.

Di encama topbarana Tirkiyê de, roja Pêncşemê 2ê Îlonê du kes li parêzgeha Duhokê û li gundekî ser bi bajarokê Şêladzê birîndar bûne. Qaymqamê qezaya Amêdiyê jî dibêje, ew du welatiyên birîndar bûne, Pêşmerge ne lê dema ku birîndar bûne di erk de nebûne.

Qaymeqamê qezaya Amêdiyê, Warşîn Selman doh di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro derdora demjimêr 15:00 piştî nîvro li nêzîkî gundê Sîdan li bajarokê Şêladzê, du welatî ku çûbûne girtina masiyan, di encama ketina topekê de li nêzîkî wan, birîndar bûne.”

Warşîn Selman got jî, ji ber şerê Tirkiyê û PKKê, nêzîkî 85 gund li sînorê bajarokê Şêladizê vala bûne.

Rêveberê Nahiyeya Şêladizê, Rizgar Ubeyd ragihand, ew herdu welatî di encama bombebarana Tirkiyê de birîndar bûne û tekez kir, niha rewşa herdu birîndaran baş e, yek ji wan piştî wergirtina çareseriyê, bo malê hatiye şandin û yê din jî rewşa wî ya tendirustî cêgîr e.

Li gor zanyariyan, di topbarana Tirkiyê de Hecî Ebdullah ê 55 salî û Sabîr Ebdullah ê 45 salî birîndar bûne.

Şêladizê yek ji bajarokê ser bi qezaya Amêdiyê ve ye û li parêzgeha Duhokê ye. Li gor Qaymeqamiya Amêdiyê, ji 91 gundên wî bajarokî, 85 gund ji ber şer vala bûne.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn