Duh 10 hezar û 220 kes bi Covid-19ê ketine, 174 kes mirine

.

Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 180 hezar û 303 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 220 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 174 kes jî mirine.


Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.

Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 180 hezar û 303 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 220 kesan pozîtîf derketiye. Ji van  hezar û 3 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.

Her hewa duh 174 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 301 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 783 nexweşî jî giran e.

Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 336 hezar û 476e.

Her weha 22 hezar û 981 kes mirine. 2 mîlyon û 208 hezar û 451 kes jî baş bûne.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye