Du serbazên di yên Tirkiyê li ser sînorê Başûr û Bakur hatin kuştin  

.

 Di operasyonên ser li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê de, 2 leşkerên din ên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, operasyonên  wan ên di çarçoveya Pençe-Bruskê de didomin û ew baregehên PKKê bi topxane û firokeyan topbaran û bombebaran dikin.

Wezaretê da zanîn, di encamê teqîna du bombeyên vedayî de, efserek û leşkerekî artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Duhî jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, kuştina efserekî li Başûrê Kurdistanê ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana 2021ê ve di nav sînorê Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyonekê kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye