Du pirtûk derbarê deverên Kurdistanî de hatin çapkirin  

.

Seroka Lijneya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê ya li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî îro duşemê 15ê Adara 2021ê ragihand; 2 pirtûk li ser deverên Kurdistanî hatine çapkirin û bi merasîmekê pirtûk hatin îmzekirin.

Pirtûka yekem bi navê "Deverên Kurdistanî Di Navbera Rastiya Dîrokî û Cihê Erdnîgariyê De" ye û ji aliyê Prof. Dr. Xelîl Îsmaîl ve hatiye nivîsandin.

Pirtûka duyem jî bi navê "Beşek Ji Yasa û Biryarên Taybet ên Li Ser Cîbicîkirina Pêngavên Madeya 140 a Destûra Komara Iraqê" ye û ji aliyê şêwirmendê lijneyê Dr. Xamoş Umer ve hatiye nivîsandin.

Di civînê de Serokê Lijneyê kurteyek derbarê herdu pirtûkan de bo amadebûyan behs kir û bi navê lijneyê, spasî û destxweşî li nivîskar û amadekarên herdu pirtûkan kir.

Mebesta amadekirin û belavkirina pirtûka yekem ji aliyê lijneyê ve, ji bo belgekirin û derxistina rastiyên li ser dîrok û erdnîgariya wan deveran e. Pirtûka duyem jî hemû wan biryar û yasayên tê de hatine komkirin ku li ser pêngavên cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê ye.

Ciwan Rojbeyanî diyar kir ku girîngiya van pirtûkan di wê yekê de ye ku him dikarin ji bo karê lijneyê sûdê jê werbigrin ji bo hêsankariya karê lijneyê û him jî weke çavkanî ji bo lêkolînan werin bikaranîn, ku bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatine çapkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye