Du keçên kurd li dijî zewaca zorê xwe kuştin!

Li bajarên Ormîye û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê, 2 keçan, ji ber ku malbatên wan dixwastin bi zorê bidin zewackirin, xwe kuştin.

Navenda Nûçeyan - Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandîye, roja 19 vê mehê li bajarê Kirmaşanê keçeka kurd bi navê Şirîn Kemerî (17 salî) xwe kuşt.

Li gorî agahîyan, wê keça kurd, ji ber ku malbata wê dixwast wê bi zorê bide zewackirin, bi tivingê xwe kuştîye.

Li gundê Kanî Destar li devera Mirgever ya Ormîyê jî keçek kurd bi navê Şilêr Berzencî (28 salî) ji ber heman sebebê xwe kuşt.

Li gorî agahîyan, malbata Şilêr dixwastin wê bidin kesekî ku jê hez nedikir, ji ber wê jî agir berdaye canê xwe û xwe şewitandîye.

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê