Du gorên bi komî yên Kurdan yên din li Semawe dêhên helvedan

Rûfatên 171 enfalkirîyên Kurd di nav yek ji gorên bi kom li bîyabanên Semawe, hatin şandin bo pizîşkê dadî ya bexdayê bi armanca pişkinîna DNA û dûv re jî dihên vegerandin bo Germîyan.

Rûfatên 171 enfalkirîyên Kurd di nav yek ji gorên bikom de li bîyabanên Semawe, hatin şandin bo pizîşkê dadî ya bexdayê biarmanca pişkinîna DNA û dûv re jî dihên vegerandin bo Germîyan.

Rêveberê gorên bi kom li Dezgeha Şehîdên Îraqê, ragehand: Di çend rojên dahatî de, dê desthavêjîn hilvedana gorên din yên bikom.

Çend roj in 171 rûfatên ebfalkirîyên Germîyan li pizîşkê dadî ye. Ev rûfatên hanê di meha bûrî de ji nav yek ji gorên bi kom li Semawe hatîne deranîn û li gor vekolînên destpêkê xuya bûye hêsk û pirûsên 97 jin û 74 zaroyan in.

Pişkinînvan dibêjin: Şêwaza şehîdkirina wan, gulle li serên jinan û pişkek ji zaroyan dane û dûv re jî bi selî (destrêj) gulle li wan barandîne daku dilnîya bin ku hemûyan canê xwe ji destdane.

Hêj piroseya helvedana dû gorên din yên hatîne vedîtin li bîyabana Şêxîye ya Semawe nehatîye destpêkirin.  Serokê gorên bikom li Dezgaeha Şehîdên Îraqê, dibêje: Bi egera kele germa bîyabanê ewan piroseya helvedana wan goran ragirtibûn, lê li çend rojên dahatî careka din dê vegerin Semawe û dest dikin bi helvedana gorên din.

Tevaya wan rûfatên di nav gorên bi kom li Îraqê dihên deranîn, li pizîşkê Dadî yê Bexdayê bi pişkinîna DNA hestîyên wan mirovan dihên komkirin û rêkxistin û dûv re jî hewla vedîtina nasnameya wan didin.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be