Droneke Tirkiyê li Efrînê hat xistin

.

 Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihandiye ku şeva bihorî balafireke bê pîlot a Artêşa Tirkiyê li Efrînê hatiye armanckirin û ketiye xwarê.

Li gor wan zanyariyên ku hatine belavkirin, balafira bê pîlot a Tirkiyê li gundê Bîne li nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ketiye xwarê.

Li gor heman çavkaniyê, ew balafir ji aliyê hêzên li wê navçeyê ve hatiye xistin lê amaje bi navê hêzê nekiriye.

Artêşa Tirkiyê têkildarî mijarê ti agahiyek belav nekiriye. Herwiha ti aliyekê din xistina dorna Tirkiyê li herêma Efrînê piştrast nekiriye.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî êrişeke berfireh, di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Enqerê de ye. Ji wê herêmê tenê 12 gundên nahiyeya Şêrawa di kontrola hêzên Kurdî de maye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye