Dr. Nemam Xefûrî ji ber Koronayê canê xwe ji dest da

.

Li nexweşxaneyeke Stokholmê, Dr. Nemam Mehmûdaxa Kake Ziyad Xefûrî, bijîşka nexweşiyên din û çalakvan û Rêvebera Joint Help for Kurdistan, ku rêxistineke Swêdî bû ji bo piştevanî û alîkariya Kurdistanê û bi taybetî ji bo xelkê Şingalê hatibû damezrandin, bi sedema nexweşiya vîrusa Koronayê, canê xwe ji dest da.

Dr. Nemam, ji eşîra Xefûri bû û welatiya bajarokê Koye bû û li Swêdê dijiya. Dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir û Şengal dagir kir, Dr. Nemam Xefûrî rêxistineke mirovî bi alîkariya bijîşkên Kurd ên li Swêdê û çalakvanan damezrand û dest bi berhevkirina alîkariyan ji bo welatiyên Êzidî yên ji êrîşên DAIŞê zerar dîtine, kir.

Rêxistina Joint Help for Kurdistan, li Herêma Kurdistanê, Swêd û Amerîkayê weke rêxistineke mirovî hat tomarkirin.

Dr. Nemam Xefûrî ji bo çalakiyên rêxistinê vegeriyabû Kurdistanê û ji nêzîk ve dest bi tedawîkirin û gihandina alîkariyên mirovî û tendirustî ji bo awareyên Êzîdî kiribû, bi taybetî jî ji bo zarok û jinên li kampan.

Hezkirina Dr. Nemam Xefûrî bo Kurdistan û awareyên Şengalê, hişt ku ew li cem awareyan bimîne û beşek ji jiyana xwe ji bo xizmetkirina wan veqetîne û di çarçoveya projeyên rêxistina xwe de di warên tendirustî, mafên jinan, perwerde, werzîş û belavkirina hişyariyê de, xizmeta civaka Şengalê bike.

Malbata Dr. Nemam Xefûrî piştî Şoreşa Îlonê, di sala 1974an de awareyê Îranê bûye û malbatê ji wir jî berê xwe daye Swêdê. Dr. Nemam li Swêdê dest bi xwendinê kiriye û fakulteya tibê xwendiye.

Ji sala 2014an ve wek çalakvaneke mirovî û bijîşkekê, ji bo alîkariya welatiyên Şengalê û aware û qurbaniyên tawanên DAIŞêî vegeriyabû Kurdistanê û li kampa awareyan, xizmeta welatiyan dikir, bi taybetî jî xizmeta zarok û jinan dikir.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir