Dr. Ehmed Şewqî: Eger kurd hev bigrin, Efrîn dê ji dagirkeriyê rizgar bibe  

.

kademîsyen Dr. Ehmed Şewqî li ser dagirkirina herêma Efrînê ku berî sê salan ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatibû dagirkirin, ragihand: “Divê bi zanebûn, bi karekî pir bihêz were kirin ku Efrîn ji destê Tirkan were girtin.”

Dr. Ehmed Şewqî li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser dagirkirina Efrînê axivî. Herwiha Şewqî diyar kir: “Îsal sê sal di ser dagirkirin û talankirina Efrînê re derbas dibin. Aliyên beşdarî vê komployê bûne, ku Efrîn têkeve vî kirasî, ji wan mixabin hin aliyên Kurdî jî hene tevlî vê planê bûn, tevlî vê komployê bûn, bi rengekî veşartî. Efrîn birastî hate armanckirin, bi zanebûn beriya Efrîn were dagirkirin sê salan Efrîn dihate dorpêçkirin ji aliyê grûpên çete, niha nav lê kirine 'Artêşa Niştimanî ya Sûrî', ew jî di bin wê navnîşanê de pir grûpên terorîst hene.”

Dr. Ehmed Şewqî destnîşan kir: “Dibêjin Efrîn xaka Tirkiyê ye. Em berî Tirkan bi hezar û heft sed sal li ser xaka Efrînê ne, weke Kurd.”

Derbarê wê yekê de ku aliyên siyasî ji bo rizgarkirina Efrînê çi kirine, Dr. Ehmed Şewqî diyar kir: “Aliyên siyasî tiştek nekirine. Ev propagandaya tê kirin ku Efrîn bi şêweyeke şerê çekdarî were rizgarkirin. Divê bi zanebûn, bi karekî pir bihêz were kirin ku Efrîn ji destê Tirkan were girtin. Em Efrînî, Kurdên Rojava ti kêşeya me bi Tirkiyê re tune ye, Tirkiyê kêşe bi me re çêkiriye.”


Herwiha Dr. Şewqî da zanîn: “Ev plan dê li erdê bikeve eger Kurd birastî hev bigrin, bi zanebûn hevdû bigrin, Kurd nebin du alî, Kurd bibin aliyek, lê li her derê bin jî, bi vî rengî Efrîn û navçeyên din ku hatine dagirkirin ji aliyê artêşa Tirkiyê, bi hevbendiya kirêgirtiyên Sûriyê, bi pere kujer in, çekên Tirkiyê rakirine, di bin navê ku 'em şoreşekê dikin', dereweke mezin dikin.”
 

Kurdistan Haberleri

Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin