Dr. Cotiyar Adil bo PKKê û Tirkiyê: Pirsgirêkên xwe li derveyî axa Kurdistanê çareser bikin  

.

Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir ku di şerê di navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê de xelkê ziyan dîtiye û bang li her du aliyan kir û got pirsgirêkên xwe li derveyî axa Herema Kurdistanê çareserbikin.

Îro roja çarşemê 26.05.2021ê Kabîneya Wezêrên Herema Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînêk pêk anîn. Piştî civînê, Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Cotyar Adil civîneke çapemeniyê lidarxist.

Dr. Cotyar Adil di civîna çapemeniyê de bal kişand ser şer û bombebaranên di navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê yên li Herêma Kurdistanê û dibêje ew wek hikûmetê bi caran daxuyanî dane ku li heremên operasyonê xelkê sivîl ziyanê diîtine.

Herwiha Adil di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Weke hukûmeta herêma Kurdistanê, me gelek caran got aliyê ku zirarê dibînin em in, bi taybetî li Amêdiyê û Şeladize, mirov neçar man koç bikin, mirov bêkar man. Em hem wekî hikûmet û hem jî digel hikûmeta Iraqê me hem bang li Tirkiye û hem jî hêza din a li wir kir ku pirsgirêkên xwe li derveyî xaka Herêma Kurdistanê çareser bikin. Em ê destûrê nedin ku gelê me ji vê zêdetir zirarê bibînin. Helwesta me wekî hukûmet zelal e. Bi ti awayî em şer naxwazin û em ê nebin beşek ji vî şerî jî. Em jî li dijî binpêkirina bi vî awayî ya xaka Herêma Kurdistanê ne ku ew jî berpirsiyariya hukûmeta Iraqê ye.”

Cotyar Adil got li ser pirsa vegera Pêşmerge ji bo Kerkûkê jî wiha got: “Biryar hate dayin ku navendên hevahengiya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de werin damezrandin. Ev gaveke pir giring e. Dê zû be ku meriv bibêje dê di pêşerojê de çi bibe.’’


 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn