Dozgeriyê lêpirsîname ji bo rojnameger Ozgur Bogatekînî amade kiriye

.

Ji ber ku derbarê êrîşa nîjadperest a li Konyayê de peyamek weşandiye dozgeriyê îfadeya rojnameger Ozgur Bogatekînî wergirtiye. Bogatekînî demeke berê jî ji ber êrîşa nîjadpereset a li Sakaryayê, rexne kiribû, dozgerî îfadeya dabû dozgeriyê.

Dozgeriyê ji ber mesaja wî ya derbarê êrîşa nîjadperest a li Konyayê, lêpirsîname ji bo Ozgur Bogatekîn, Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Adiyaman Gerger Firatê de amade kiriye.

Bogatekînî çûye Navenda Polîsan a Komarê ya Gergerê û li vir bi “kîndarî û dijminatî di nava gel de saz kiriye” hatiye tohmetkirin. Bogatekînî piştî îfadeya xwe daye, serbeset bûye.

“Dewletê mexdûr kir”

Bogatekînî di îfadeya xwe de gotiye ku mesaja navborî wî nivîsandiye û armanca wî ne tehrîkirina gel e:

“Min tenê bi wê armancê ew tişt weşand ku malbata li wir hatiye qetilkirin, dewletê ew mexdûr kirine û ji şertên parastinê fêde negirtine, min ev tişt rexne kir.”

Bogatekînî diyar kiriye ku êrîşa hatiye kirin êrîşeke nîjadperest e û wiha dewam kiriye: “Min karê rojnamegeriyê kir. Ez tawanên li min dikin qebûl nakim. Sazkirina dijminatî û kîndariyê ya di nava gel de ne armanca rojnamegeran e.”

Piştî êrîşa li Sakaryayê jî îfade dabû

Ozgur Bogatekînî par piştî êrîşa li ser karkerên demsalî ya li Sakaryayê jî peyamek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşandibû û ji ber wê mesajê jî bi heman tiştî hatibû tawankirin. Dozgeriyê biryara peyneketinê dabû.

Bianet

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest