Doza xwendina xutbeya bi Kurdî: 3,5 – 15 sal cezayê zindanê

Siddik Bozarslan


Ji ber xwendina xutbeya bi zimanê Kurdî û çend çalakiyên olî derbarê 23 endamên  ´Komeleya Hevgirtin û Alîkariya Zanayên Olî´(DİAYDER) da doz hatibû vekirin. DİAYDER, komeleyek olî ye ku di 2018ê da avabûye û li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê çalakiyên olî kirîye. Ev doz, roja 21ê cotmeha 2022ê li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stanbolê hat kirin. Yekem dozname jî 21 Kanûna 2022yê hatibû amadekirin. Di îdianameyê da ji ber çalakiyên olî bo endamên komeleyê bi “alîkarîkirin û endametiya rêxistinê” tên tohmetbarkirin. Serekê komeleyê Ekrem Baran ji girtîgeha Silîvrî ya Stanbolê bi rîya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî dozê bû ku ew salek û nîv e li zindanê ye. Malbat û parêzerên 10 melayên dî jî di çarçoveya dozê da ji derve tên darizandin, amade bûn. Dadgehê, daxwaza berdan û velişandina sucdaran red kir û biryar da ku Serekê DİAYDER Ekrem Baran girtî bimîne û dozê bo 13ê çileya 2023ê paş ve xist. Di dozê da 10 jê girtî 23 kes dihatin darizandin. Piştî çend rûniştinan beşek ji kesên girtî hatin azadkirin. Jibo her endamekî DİAYDERê bi 3,5 - heta 15 sal cezayê razana zindanê tên darizandin.     

Li gora nûçeyên roja 16.10.2022an, li Amedê Konferansek bi navê Konferansa Yekîtîya Medreseyan û Aliman (İttihadul Ulema) pêkhatîye.   

Xwedêgiravî nivîskar û lêkolînerê rojnameya Yenî Şafakê Yusuf Kaplan, di rûniştina ewil a konferansê da ku ew di derbarê ”Hareketên Îsfad”ê jibo vatinî (wezîfe) û berpirsîyarîyên aliman di çarçoveya malbatê, jinê û cuwanan da bû; balkişandinek bo  vexwendoxên ku ji cîyên cuda beşdar bûbûn, da zanîn û raxist pêşberî beşdarvanan. Axayê Kaplan yê  nejadperest, acizîya xwe eşkera kir ku çima hin beşdarvan li nik navên xwe Kurdistan nivîsandine. Ew xwe xistîye şûna dadgeha tirk, polêsê tirk, eskerê tirk û hemî berpirsên dewleta dagirker ku sed sal e Kurdistanê bindest kirine û her hêjayîyên kurdan qedexe kirine. Kaplan jî, sed bavên Kaplan yên nejadperest û hov jî baş dizanin ku ew hê nehatibûn dinyayê, Kurdistan hebû. Ew baş dizanê ku dema Kurdistan hebû; Tirkîye, Îraq û Surîye tunebûn. Dîsa ew baş dizane ku bi salan e Kurdistana Federe li Îraqa Federal heye û ew bi resmî di çarçoveya navberneteweyî da jî hatîye qebûlkirin. Lê dîsa Kaplan yê hov dibêje: 

”Gazina min, tişteke gelek biçûk e. Yanî dibe ku ew neketîye ber çav, înşallah weha ye. Li gora welatan nivîsîna navan hatine qeydkirin. Vaye Pakistan, Afganîstan, Îraq, Surîye, Yemen û wd. Li derek jî jibo birayên me yên kurd ku ji Îraqê, ji Surîyê, ji Îranê hatine, Kurdistan hatîye nivîsîn. Ev jibo me dikare bibe semedê pirsgirekek. Piçek dîqet bikin, di mantiqê da gelşek heye.”

”Em dikarin jibo birayên me yên ku ji Kurdistana Îraqê hatine, wek Îraq binivîsin. Ji birayên me yên ku ji Kurdistana Surîye hatine ra jî Surîye binivîsin. Surîye welatê me ye, Surîye birayê me ye, Îraq birayê me ye. Surîye jî, Îraq jî, Afganîstan jî, Bosna jî yên me ne. Loma ez difikirim ku divê em nekevin nav van hûrgilîyan.”

Haydarîyên Kaplanê nejadperest jibo HUDAPARê jî gelek balkêş e. Axayê hov dibêje: ”HUDAPAR, kilîdê ewleyîya herêmê ye, pakî û heysîyeta musulmanan temsîl dike...” 

Wer xuya dibe ku hunandina wê konferansê HUDAPAR girtîye ser xwe û axayê Kaplan jî bi awayeke ji xwe ewle diaxife û misyona HUDAPARê radixe bêşberî raya giştî û beşdarvanên konferansê. Welê xuya dibe ku Kaplan ê hov rasterast nikare hebûna kurdan û zimanê wan kurdî înkar bike; bi uslûbeke kibar Kurdistanê înkar dike. Ji ber ku HUDAPAR jî li hevberî wan haydarîyên Kaplan bêdeng maye, ew jî wan tiştên beredayî yên hovîtîyê ku Kaplan gotîye, pejirandîye. Lê hem HUDAPAR û hem Kaplan, bi wan hewildanên xwe, Sûreyê Hucûratê ayeta 13yan ya Quranê jî avêtine bin pîyên xwe. Çawa bibe, canbazîya musulmantîyê li ser wan erdan belaş e û mixabin ku kiroxên wê jî têra xwe zêde ne. Ez vê ayetê careka dî jibo xatirên van hovan pêşkêşî we hêjayan dikim. Ayet weha ye:

”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.”  

Di vê hevoka dawîyê da (´Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.´)  zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku pênasîya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo dewletbûna xwe nakevin nava têkoşînê, tu qîmeteke wan nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn. Li gora vê hevoka dawîyê, ew kurdên me yên ku jibo qewmên dî dixebitin û çêkirina dewleta kurdî jibo xwe naxwazin, ew musteheqê koletîyê ne û di esasê xwe da ew ne tiştek in. 

Ew bêdengîya HUDAPARê li dijî Kaplan ê ku heqaret li kurdan kiribû; ez dixwazim gotina La Fontaine deyn bikim û wek bersîvek pêşkêşî HUDAPARê û raya giştî bikim. ”Yê ku di wextê pêwist da hewildanê nizanibe, tu fêdeya axiftinê tune!”

Ez dixwazim tespîteke Dr. Îsmaîl Beşikçi yê qedirbilind ku 39 sal berê kirîye; pêşkêşî Kaplan, HUDAPAR û raya giştî bikim. Ji ber ku dewleta dagirker sistemeke hew qas dijwar û hov ava kirîye ku mejîyên bi milyonan kes hatine zingarkirin û di encamê da ew bûne wek parêzvanê vê nîzamê. Wek em dibînin, kesên wek Kaplan û endamên HUDAPARê jî xwe alim dibînin; lê mixabin rastî ne weha ye. Loma ev tespîta mamoste Başikçi gelek giring û hêja ye:

” Li Turkiyê, ideolojiya fermî (resmî) hebûna neteweyekî ku bi navê kurd tê nasîn û zimanekî ku bi navê kurdî tê zanîn, bi îsrar û bi înad (rikdarî) înkar dike û wê dimeşîne. Ev ideolojiya ku em bi kurtayî jê ra dikarin bêjin Kemalizm, bi awayekî misoger (mutlaq) li dijî kurd e, nejadperest e û kolonyalist e. Û ev ideolojiya resmî, bi riya zanîngehên tirkan, bi organên dadmendîyên tirkan, bi partiyên siyasî yên tirkan, bi navgînên ragihandinê yên gelemperî wek weşan, radyo û televizyonên tirkan jî dane qebûlkirin. Di vê xusûsê da her cure navgînên zordestîya ideolojik û navgînên zorlêdanê yên dewletê  bi karanîne û bi kartînin..” (3)

Guman tune ku tespîtên Beşikçi yê hêja jibo Kemalîzmê, tiştên rast û giring in. Li vir divê bi kurtayî em behsa nîzamên îslamî jî bikin ku li ser kurdan hukum kirine. Jibo Kaplan û endam û rêvebirên HUDAPARê jî ev pêwistî li meydanê ye. Ji sala 640î virve civata kurdî ketîye bin rêvebirîya nîzama îslamê. Di encamê da ev bûye 1386 sal ku rêvebirîya nîzamên îslamî yên ereb, ecem û tirk li ser civata kurdî hukum kirine û di çarçoveya nejadperestîya di dereceya hovîtîyê da ji kurdan ra weha gotine:

”Divê tu digel min bijî, lê divê tu zimanê xwe, kultûra xwe bihêlî, înkar bikî, neparêzî; bi zimanê min, bi kultûra min bijî. Yanî divê tu bibî wek min, bibî tirk, bibî ecem, bibî ereb. Divê tu xwe înkar bikî. Divê tu dev ji xwe berdî. Jibo jîyanê rîyeka te ya dî tune.”

Li Tirkîyê, li Îranê, li Îraqê (her çiqas di destûra Îraqê ya 1958an da hebûna kurd û zimanê kurdî bi resmî hatibe qebûlkirin jî) û li Surîyê ji kurdan ra weha hatîye gotin:

”Li Tirkîyê, li Îranê, li Îraqê û li Surîyê hemî kes wek hev in. Ji tu grubeke dînî û etnikî ra cîyêwazî nayê naskirin. Hemî kes dikarin di karên kamûyê (giştî) da xizmet bikin. Hemî kes dikarin bibin mamoste, esker, fermandar, general, walî, gelwekil, wezîr, serekwezîr, serekcumhur.. Lê her kes divê tirk be, ecem be, ereb be; ne ku kurd be… Yanî wek kurd tu nikarî bibî tu tiştek; lê wek tirk, wek ereb û wek ecem tu dikarî bibî her tişt…”

Lê helqeya nejadperestîya ku di pîleya hovîtîyê da hatîye serê kurdan, bi çarçoveya çar dewletên kolonyalistên Kurdistanê ve bi sînorkirî nîne. Digel zulma van çar dewletan, 50 welatên musulman (di nav wan da FKO jî heye ku temsîla filistiniyan dike  û digel Filistinê 22 dewletên erebî bi 400 milyon nufûsa xwe) ku xwedî 2 milyar nufûs e û endamên Yekîtîya Îslamê ne; heta nuha qet li dijî van dagirkeran tiştek negotine. Her wekî ku Konferansa Yekîtîya Îslamê li hemberî Genosida Halepçeyê xwe ker û lal û kor kirin, hovîtîya van çar dewletan tenê temaşe kirine. Lê divê em li vir navê gorbihiştê M. Kaddafî bibîr bînin ku ew yek serekdewletekî bû ku doza serxwebûna Kurdistanê diparast û di wî derbarî da dîtinên xwe di çarçoveya navberdewletî da jî didan zanînê. Sed sal e ku van zaliman zimanê kurdî qedexe kirine, hebûna milletê kurd qedexe kirine, mafên demokratik û neteweyî yên kurdan qebûl nakin û teda û zulma nedîtî li ser gelê me domandine û wd

Li vir divê em bi tîpên sor û mezin helqeyek çêkin û di nav wê helqeyê da bidin xuyakirin: Ew nejadperestîya ku li Başurê Afrikayê bi navê ´Apartheidê hatibû naskirin û derdora 50 sal li jîyanê mabû, ku ji nîzamên îslamî û Kemalizmê-Baasizmê baştir bûye; bi kurtayî sipîyan ji reşikan ra weha digotin:

”Em sipî ne û hûn jî reşik in, rengên çermên me ji hev cîyê ne û loma divê em digel hev nejîn. Yanî taxên me yên jîyanê divê cîyê bin, otelên me, sinema, nexweşxane, mekteb, dibistan, zanîngeh divê cîyê bin, tren û otobusên ku sipî bi wan rêwîtîyê dikin, divê reşik bi wan rêwîtî nekin, divê ew nerin aşxane, restorant, kehwexane, kafeterya xwarin û vexwarinê nexwin û venexwin ku sipî li wir dixwin û vedixwin.”

Ez dixwazim vê nivîsarê bi du şîretên Bapîrê Kurdevînî û Kurdistanevînîyê Ehmedê Xanî xilas bikim; bi hêvîya ku ew jibo hemî bawermendên kurd û jibo XUDAPAR jî bibe şîretek:

”Vî zemanî, her kesek mîmarê dîwarê xwe ye!”

”Ey heweskar, bê daxwaz ji evînê parek hêvî meke!” (Ehmedê Xanî)