Doza kujerê 84 jinan dest pê kir

.

 Li Rûsyayê doza Mikhail Popkov ê ku qebûlkiribû destdirêjiyê li ser 84 jinan kiriye û paşê wan awayekî hovane kuştiye dest pê kir.

Polîsê berê Mikhail Popkov ku wek “Gur” tê naskirin, qebûlkiribû ku li rojhilatê Sîbîryayê yê Rûsyayê 84 jinan kuştiye, doza wî li dadgeha Herema Irkutskê hate dîtin.

Li gor nûçeyan ji ber ku Mikhail Popkov berê qebûlkiribû ku wî destdirêjiyê li ser qurbaniyên xwe kiriye û wan bi hovane kuştiye du caran cezayê hetahetayê wergirtibû.

Popkov li rojhilatê Sîbîryayê li heremên Primorye û Chitayê ya Komara Buryatiayê qurbaniyên xwe kuştiye.

Di sala 2012an de Popkov weke gumanbarê sereke yê kuştinan hatibû desteserkirin û di encama testên hatine kirin de, hat diyarkirin ku tenduristiya hişmendiya baş e.

Herwiha hatibû tespîtkirin ku Mikhail Popkov di navbera salên 1992 û 2010an de 81 jinan kuştiye û di lêpirsîna 2019an de qebûlkiribû ku 3 jinên din jî kuştiye. Lê li gorî daneyên fermî hejmara qurbaniyan ji 100 zêdetir in.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye