Dosta Kurdan Siyasetmedara Fransî koça dawî kir

.

Siyasetmedara Fransî û dosta Kurdan Marielle de Sarnez, Berpirsa Lijneya Peywendiyên Derve ya Komeleya Niştimanî ya Fransayê, koça dawî kir. 

Siyasetmedara Fransî û dosta Kurdan Marielle de Sarnez, Berpirsa Lijneya Peywendiyên Derve ya Komeleya Niştimanî ya Fransayê, koça dawî kir.

Marielle de Sarnez di 27ê Adara 1951ê de li Parîsê jidayîk bûye û di malbateke nêzîkî saziyên siyasî yên Fransayê de mezin bûye.

Dema xwendekar bû, xwepêşandanên Adara 1968an a xwendekarên Fransayê birêve çû û piştre Marielle de Sarnez dev ji xwendinê berda û li pey karên taybet geriya heta 1973an û car din vegeriya nav cîhana siyasetê û beşdarî Tevgera Komarîxwazên Serbixwe bû û bû sekretera ciwanên wê tevgerê.

Ji sala 2004an heta 2007an, endama Parlamentoya Ewropayê bû. Herwiha bû Cîgira Serokê Hevpeymaniya Lîberal û Demokratan ji bo Ewropayê û endama Lijneya Kultur û Rewşenbîr û Xwendinê ya Parlamentoya Ewropayê bû.

Di sala 2017an de beşdarî hilbijartinên giştî yên Fransayê bû û li Parîsê kursiyek bi dest xist. Herwiha ji sala 2017an ve Seroka Lijneta Karûbarên Derve yên Komeleya Niştimanî ya Fransayê bû heta koça dawî kir.

Ji bilî ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ligel rayedarên payebilind ên Herêmê civiyaye, di 31ê Gulana 2019an de serokatiya şanda lijnekê kir bo rojavayê Kurdistanê û serdana îdareya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk a li rojavayê Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di tweetekê de sersaxî arasteyî malbat û heval û dostên Marielle de Sarnez kiriye.
 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan