"Dost jî dijmîn jî dê bibînin ku ti kes dê nikaribe îradaye serxwebûnê bişkîne"

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser raperînên li Kurdistanê peyamek belav kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser raperînên  li Kurdistanê di 19.10.2017ê de peyamekê belav kir û dibêje; "Gelê Kurdistanê bi serhildana xwe aşkere kiriye ku, dê teslîmî dagirker û mêtingehkaran nebe"

Peyama Ozçelîk weha ye:

”Dagirkirina Kerkukê, li dijî îradeye serxwebûnê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê darbeyeke pilankirî bû, di dilê Kurdistanê de birîneke kûr vekiribû.

Bi serîhildana gelê me, derxistina Heşdî Şahbî ya ji Kerkûk, Şingal û Xaneqînê, ji bo pêçana vê birîna kûr gava ewil e .

Gelê Kurdistanê bi serhildana xwe aşkere kiriye ku, dê teslîmî dagirker û mêtingehkaran nebe.

Helbete ku di rêya serxwebûnê de, hîna gelek kar li ber gelê me he ne. Lê tu şika me tune ye ku, Kurdistan dê gav bi gav careke din jî ji destê hemû hêzên dagirker bê rizgar kirin û li gor  îradeya gelê me ya ji %92.73 ya ‘’Êrê’’ya serxwebûnê, dê bê îspat kirin ku, îlan kirina serxwebûnê ne forteke vala ye.

Berîya her tiştî divê yekrêzî û tifaqa partiyên sîyasî û pêşmergeyên qehreman hîna xurtir bê hûnandin. Divê rê nê dayin ku tu peşk  û derz li  vê hemahengîyê bikeve.Heta ku ev yekgirtin hebe, tu kes dê nikaribe rê li ber serkeftin û serxwebûnê bigire.

Hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê divê bi vê hişmendîyê û bi sebir, bi dîrayet tevbigerin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin