Donald Trump wê toreke weke Twitterê saz bike

.

Donald Trump ji ew ê toreke civakî ya weke Twitterê saz bike.

Twitterê piştî ku hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump girt, Trump diyar kir ku Twitter kanaleke azad nîne û ew bi çend kompaniyan re axiviye ji bo toreke weke Twitterê saz bike.

Trump dide zanîn, ew ê tu car li hember kiryarên Twitterê bêdeng nebe û li dijî wan bisekine.

Piştî ku alîgirên Donald Trump roja 6ê Çileya 2021ê êrîşî Kongresê kirin, Twitter û Snapchatê hesabên Trump bi temamî jêbirin, herwiha Facebook, Instagram û Youtube jî bi awayekî demkî, parvekirinên Trump rawestandin.

Washington Post di raportekê de destnîşan dike; “Trump hêrs bûye, ji ber ku kesên nêzîkî wî, dema bi handana alîgirên xwe bo êrîşkirina ser avahiya Kapîtolê hat tohmetbarkirin, derbarê wî de berevaniyeke mezin nekirin.”

Cîhan Haberleri

Êzidî û Xiristiyan li dijî guhertina navê Dîwana Ewqafa Olan radibin
Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?