Donald Rumsfeld koça dawî kir

.

- Wezîrê berê yê Berevaniyê yê Amerîkayê Donald Rumsfeld ku di dariştina nexşeya şerê Iraq û Efxanistanê de roleke girîng lîstibû, di 88 saliya xwe de koça dawî kir.

Donald Rumsfeld bi împaratoriya Amerîkayê bawer dikir û ji bo gihiştina armancan, baweriya wî bi bikaranîna hêzê hebû.

Janis Karpinski ku efsereke Amerîkayê bû û li girtîgeha Ebû Xurêb îşkence li zindaniyên iraqî dikir, Donald Rumsfeld bi wê yekê tohmetbar kiribû ku ferman daye, hemû amûrên îşkenceyê li dijî zindaniyan bi kar bînin. Li gor belgenameyan, Rumsfeld di dariştina nexşeya şerê Iraq û Efxanistanê de roleke girîng lîstibû.

Rumsfeld herwiha li Guantanamo girtîgeheke mezin ava kir, ku tê de hemû cûre ceza, îşkence, destdirêjî û bikaranîna segan ji bo lêpîrsînê li ser zindaniyan dihatin bikaranîn.

Donald Rumsfeld di sala 1932an de jidayîk bûye û cara ewil ji sala 1975 heta 1977an û cara duyem ji sala 2001 heta 2006an, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye