DMMEyê doza Cizîrî red kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî serlêdana ji bo Orhan Tûnç qebûl nekir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya têkildarî qetilkirina 137 kesên di salên 2015-2016an de di jêrzemînên navçeya Cizîr a Şirnexê de hatine qetilkirin, da. Di serlêdanê de ku parêzer Ramazan Demîr nûnertî dikir, biryara ‘nikare were qebûlkirin’ hate standin.

 
Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê bir biryarekê diyar kiribû ku qedexeya derketina derve bandor li 1,6 milyon kesî kiriye û 355 hezar kes jî koçber bûne. Di biryara DMMEyê de hat destnîşankirin ku der barê binpêkirinên di dema qedexeya derketina derve de heta niha  36 doz hatine vekirin.
 

Dadgehê di biryara xwe de got  ku hê rêyên hiqûqa hundirîn neqediyane û rêya serlêdana şexsî ya Dadgeha Destûrê vekiriye. Dadgehê di encamê de bi yek dengî biryar da ku serlêdan neyê qebûlkirin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin