DMMEyê di doza istismara zayendî de ceza daye Tirkiyeyê

.

DMMEyê biryar daye ku zaroka rastî istismara zayendî hatîye ji aliyê rayedaran ve nehatiye parastin û mafê wê hatiye binpêkirin û 28 hezar Euro ceza daye Tirkiyeyê.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) derbarê doza istismara zarokê de biryara xwe aşkere kiriye.

DMMEyê  biryar daye ku Tirkiye wê 25 hezar Euro tezmînata menewî û 3 hezar Euro jî mesrefa dadgehê bide.

Di biryarê de hatiye gotin, zaroka ku rastî istismara zayendî hatîye ji aliyê rayedaran ve nehatiye parastin û mafê wê hatiye binpêkirin.

Her weha di biryarê de hatiye diyarkirin ku dema dadkirinê de zaroka îstismar lê hatiye kirin ji tohmetbaran nehatiye parastin û ji ber vê ji piştgiriyê bê par maye. Danişînên dozê bi awayekî ewle û aram birêve neçûye û doz dirêj bûye. Heya du gumanbaran di pêvajoya dozê de sûd ji dema dirêjbûna dozê girtiye.

Çi bûbû ?


Li Mêrdînê di sala 2002an de 24 kesan  tecawiz li zarokekê 12 salî kiribûn. Dadgeha herêmî di 11 salan de biryara xwe ya derbarê dozê de aşkere kiribû. Dadgeha Bilind beşekê biryarê betal kiribû ku dozê carekê din destpêkiribû.

Doz ji nû ve li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatibû destpêkirin. Di dozê de 5 kes bi awayekî girtî, 25 kes hatibûn dadgehkirin. Dadgehê ji 5 heta 9 salan cezayên cûda cûda li tohmetbaran birîbû.

Dadgehê, bi hinceta “bi daxwaza zarokê bûye” ceza di sînorê herî jêr de dabû tohmetbaran.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin