Serokê Dîwana Hak-Parê Av. Semir Guzel di kongreya Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) di 2004ê de de destûr dabû delegeyên Hak-Parê bi kurdî biaxivin. Piştî vê yekê derbarê Semir Guzel û 12 endamên Hak-Parê de bi hinceta ku di kongreyê de Kurdî axaftinê doz hatibû vekirin.
Dadgeha Tirk ji bo Guzel saleke cezayê girtinê da, lê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ew biryar erê nekir û doz di sala 2011ê de ketibû ber mirûrê zeman.
Av. Semir Guzel jî sala 2009ê bi sedema ku cezayê jê re hatiye dayîn doz li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vekiribû .