Dîzaynerê navdar ê Kurd koça dawiyê kir

Dîzaynerê li cîhanê navdar ê Kurd Luigi Colani ango bi navê xwe yên din Lutz Colanî di temenê xwe yê 91 saliyê de koça dawiyê kir.

Dîzayner Luigi Colani ku li Almanya, Îtalya, Meksîka, Japon, Rûsya û Çînê bi dahênanên xwe yên ne ji rêze bibû dîzaynereke naskirî, li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê di nexweşxaneyekê de kaça dawiyê kir.

Hevjîna Colani, Yazhen Zhaoyê agahiya koça dawî ya wî ragihand.

 

Luigi Colani di 2yê Tebaxa 1928an de li bajarê Berlîn ji dayîk bûye û bavê wî xelkê Başûrê Kurdistanê bû û dayîka wî jî Polonî bû.

 

Colanî endezyarê pîşesazî, dizayner û avahîsaz bû, ew bi dîzaynên  otomobîl, balafir, televîzyon û kamerayan navdar bû. Herwiha Colanî kelûpelên malan û cilûberg jî dîzayn dikir.

 

Dîzaynerê Kurd ji destpêka sala 1950an ve lige kompaniyên weke Fiat, Alfa Romeo, Lancia, Volkswagen û BMWê kar kir û ji bo otomobîlên van kompaniyan kelûpel dîzayn dikir. Colanî herwiha ji dizaynerê kameraya Canon T20ê ye.

 

Luigi Colani her tim cilûbergên spî lixwe dikir û ew di sala 2004ê de li Davosê beşdarî Dîdara Aborî ya Cîhanî bibû.

 

RÛDAW

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da