Dîzaynera Kurd Şeyma Zehawî li ser navê Almanya û Kurdistanê derket ser dikê

.

Dîzaynera Kurd Şeyma Zehawî li Almanyayê cilên Kurdî dîzayn dike û wê bal kişand ser xwe.

Ew beşdarî pêşangeheke navneteweyî bû û beşdar bi dîzaynên xwe yên Kurdane matmayî hiştin.

Şeyma Husên Cemala ku bi nasnavê Şeyma Zehawî tê naskirin, ji Rûdawê re axivî.

Wê destnîşan kir ku bi navê markeya "Şeyma Dîzayn"ê û li ser navê Almanya û Herêma Kurdistanê beşdarî pêşandanekê bûye.

Ev nîşandan li qada Alexanderplatzê ya Berlîna paytexta Almanyayê hat lidarxistin.

"Bi germî ez pêşwazî kirim"

9 dîzaynerên navneteweyî yên ji 9 welatên cuda beşdarî vê nîşandanê bûn. Şeyma jî wekî nûnera Almanya û Herêma Kurdistanê tevlî bû.

Defîle roja şemiyê (4ê Tîrmeha 2026an) hat lidarxistin û demjimêr 07:30î dest pê kir.

Şeymayê li ser vê çalakiyê anî zimên: "Xelk, model û dîzaynerên ku amade bûn, bi dîzaynên me gelekî matmayî man û ez bi germî pêşwazî kirim.

Her wiha xwestin ku ez di paşerojê de dîsa bi wan re bixebitim."

Di dema defîleyê de, ji 2 welatên cuda 2 vexwendinên nû ji bo Şeymayê hatin.

Dîzaynera Kurd eşkere kir, "Di meha Kanûna Pêşîn a bê de, ez dê beşdarî wan defîleyên navneteweyî bibim ku ez ji bo wan hatime vexwendin."

Şeyma ji Xaneqîna Başûrê Kurdistanê ye û ji sala 2006an ve li Almanyayê dijî.

Ji zarokatiya xwe ve heza wê li ser wênexêzkirinê hebûye. Niha karê wê yê sereke dîzaynkirina cilên Kurdî ye û ev bûye çavkaniya dahata wê.

Ev dîzaynera Kurd, berhemên xwe li ser hesabekî torên civakî nîşan dide.

Wê diyar kir ku bihayê cilên Kurdî yên herî giranbiha yên ku ew dîzayn dike 200 euro ye.

Şemayê destnîşan kir ku li cem wê kirasê Kurdî yê "Soranî" yê jinan herî zêde tê firotin.

Wê ragihand ku ji bilî xelkê Başûrê Kurdistanê, xelkê beşên din ên Kurdistanê jî vî kirasî dixwazin.

Siyaset Haberleri

Bîlançoya mayînan a li Herêma Kurdistanê
Koçberên Serê Kaniyê daxwaza vegera ser xaka xwe dikin
Hemas hikûmeta xwe ya li Xezzeyê hildiweşîne
Hewlêr mêvandariya lûtkeyeke aborî ya navdewletî dike
Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn