Dîyarbekir: ji bo kevokan otêl hat avakirin

Otêl 30 ode ye û 2 hezar kevok li wir tên xwedîkirin. Kireya her odeyê mehê 150 lîra ye. Ji bo talepek gelek zêde heye dixwazin otelê hin firehtir bikin.

"Komeleya Hezkarîyên Ajelên Bibask" li Dîyarbekirê ji bo kevokan otêl ava kir. Otêl 30 ode ye û 2 hezar kevok li wir tên xwedîkirin. Kireya her odeyê mehê 150 lîra ye. Ji bo talepek gelek zêde heye dixwazin otelê hin firehtir bikin.

Li otelê; ji Hollandayê bigre heta Rûsyayê ji Amerîkayê bigre heta Belçîkayê ji her nîjadê kevok hene û her rojên Çarçemî îhale li dar dikeve û cota kevokan di navbera hezar û 20 hezaran de dihên firotin û gelek mişterî ji bo wan peyda dibin.

Halit Koçyigitê ku mîmar e û di heman demê de mamosteyî jî dike, dibêje; ew 30 sal e bi kevokan mijûl dibe, ji her nîjadê 150 kevokên wî hene û nirxê wan li ser 100 hezarî ne. Lê ew hezdike kevokên Diyarbekirê yê xwemalî xwedî bike.

Li Dîyarbekirê ji hezar salan vir ve ye kevok dihên xwedîkirin û alaqeyeka taybet a Dîyarbekirîyan ji kevoka re hene.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")